Hamasê ragihand ku Xelîl el-Heyya wekî serokê nû yê buroya siyasî hat hilbijartin. Daxuyaniya ku Hamasê de hat diyarkirin ku El-Heyya anîne şûna Yahya Sinwar ê ku di Cotmeha 2024’an de di operasyoneke Îsraîlê de li başûrê Xezeyê hatibû qetilkirin.
Xelîl el-Heyya di sala 1960’an de ji dayik bûye, wekî sermuzakervanê Hamasê xebat dimeşand. El-Heyya beriya sê salan di girtîgehên Îsraîlê de ma û di sala 2025’an de li paytexta Qeter Dohayê ji aliyê Îsraîlê ve hedef hatibû girtin.
Rayedarekî payebilind ê Hamasê destnîşan kir ku el-Heyya bi "piraniya zêde" hatiye hilbijartin û wê hefteya bê bi fermî dest peywira xwe ya nû bike.
LI STENBOLÊ CIVÎNA JI NÛ VE AVAKIRINÊ
Rayedarê Hamasê daxuyand ku endamên buroya siyasî wê di rojên pêş de li Stenbolê bicivin, wê komîteyên nû ava bikin û pêvajoya ji nû ve avakirina saziyên rêveberiya tevgerê dest pê bikin.
Hamasê piştî kuştina Yahya Sinwar demek dirêj modela li şûna destnîşankirina lîderekî, modela rêveberiya kolektîf tercîh kiribû.
Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El Qesam di daxuyaniyekê de "piştgiriya xwe ya tam” ji bo Xelîl el-Heyya ragihand.